Meşa Jiyane
“Dema rê bi dawî dibe rêwîtî diqede! Rêya min jî heta vir bû, rêwîtiya min bi dawî dibe. Vê carê ne pêkan e ji destê ezraîl rizgar bibim. Tu çek û rextê min bibe, narîncokekê bide min û here. Tu min li vir bihêle.”
Gotinên wî agir berdabûn daristana dilê min. Kizînî bi mêlaka min xistibû. Di hundirê min de ji ava rondikan çemek diherikî. Dengek bêdeng di gelî û newalê dilê min de bi qêrîn olan dida. Min destê wî girt nav herdu destên xwe û min got:
“Hevalê Şervan, riya şoreşgeran tu caran bi dawî nabe ku rêwîtiya me biqede. Riya me dirêj û bêdawî ye. Hîn pir karê me heye û pewîst e em bimeşin. Xeyalên me hîn bi dawî nebûne, welatê me bindest e û çavên zarokên rojê li riya me ne. Rabe ser xwe, destê xwe bide destê min û em bimeşin. Tu zanî ku ez te li vir nahêlim û naçim.”
Kederek kûr li ser çavên wî kon vedabû. Lêvên wî dicirifîn. Çavên wî tijî firmêsk bûbûn. Carek din got:
“Tenê dilopek jî hêvî heba min ev ji te nedixwest, lê dema xatirxwestinê hatiye, ez vê hîs dikim loma, zehmet jî be divê tu jî vê qebûl bikî.”