Ra Hanorya
tu çiqas qala çavên min ên reş bikî
wê binevş bikenin
tê bi bilqîniyekê hestiyar bibî
bi hatina xwe ya ji zîndanê
wê hêsir xwe ji çavên te bibarînin
û ji ber derî tê bi hayhaya mirinê vegerî
netirse
ji dilê xwe heya nava çavên wê
jê hez bike
bila ser çavên te bikenin da
li çep û rastê xwe binêre
ez wek siyekê li ba dibim
bi tenêtiya avê re çi biherike
lê binêre, netirse
wa binevşek hêdî hêdî
bi ber te ve tê
ji bo dilê wê, yê bêhna spîndara jê tê
êdî netirse
kêlîkên sotîner bi bendewariyê diqîrin