Wehşe di Hundire Min de
Hêmaya tirsê ku di berhemên Helîm Yûsiv ên din de jî hêmayeke sereke ye, di vê berhemê de di kirasê wehş û hovitiyê de xwe dide der, wehşîtî û hovitiya ku bi sedsalane di reng û diruvên cur bi cur de li ser vê xakê kon vedaye…
Di vê berhemê de, em bi riya jiyana du nifşan, -nifşê mamoste û şagirtê wî- bi wehşiyeteke tund a ku xwe dispêre sedsalan re rû bi rû dimînin. Wehş û hovitiya hem di qada giştî de, hem jî di aliyê tarî yên mirovan de xwe dide der.
Bi xwendina vê romanê re, her xwendevan ji wehşê razayî yê di hundirê xwe de haydar dibe, yan jî ew xwe di devê wehşekî dirinde de hîs dike ku heta niha haya wî jê tunebûye.
Wehşê di Hundirê Min de bi zimanê xwe yê satirîk hovîtiya şexsî bi wehşiyeta polîtîk ve girê dide.